16 çekdarên ser bi Tirkiyê ve birîndarbûn
ji encama teqînekê li bajarê Izaz li bakûrê Helebê, 16 çekdarên ser bi Tirkiyê ve birîndarbûn.
K24- Hewlêr
ji encama teqînekê li bajarê Izaz li bakûrê Helebê, 16 çekdarên ser bi Tirkiyê ve birîndarbûn.
Li bajarê Izazê, bombeya ku berê di otombêla polîsên herêmî de hatbû bicîhkirin ji dûr ve hat teqandin. Li gor agahîyên destipêkê 16 çekdarên ser bi Tirkyê ve ku di nav otombêlê de bûn brîndar bûn.
Li gor agahîyan, şeva burî li navenda Babê jî barhelgreke mazotê hat teqandin. Di encamê de, hejmareka zêde ji barhelgrên petrol û mazotê şewtîn.
Medya Tirkiyê, berpirsyarîya her dû teqînan xistîye di stûyê Hêzên Paraztina Gel (YPG) ye.