Bi sedema Koronayê 4 kesan li parêzgeha Sine ya rojhlata Kurdistanê canên xwe ji dest dan

Di 24 demjimêrên bûrî de, 4 kes li parêzgeha Sine ya rojhlata Kurdistanê canê xwe ji dest dane.

K24-Hewlêr

Di 24 demjimêrên bûrî de, 4 kes li parêzgeha Sine ya rojhlata Kurdistanê canê xwe ji dest dane.

Serokê zanîngeh pizîşkî ya Sine, Ferzîn Zare'î ragehand, di 24 demjimêrên bûrî de, 341 kesên din bi Vayrosa Korona ketine û 4 kesên din bi wê vayrosê canên xwe ji dest dane.

Bi vê yekê jî hejmara kesên li parêzgeha Sine bi wê vayrosê canên xwe ji dest dane gehîşte 210 kesan.

Evro  li Îranî 115 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dabûn û  zêdetir ji  2,500 kes jî pêketibûn.