Li Xurmatû teqînek rûda, 3 serbazên Îraqê hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn
Di teqînekê de li Xurmatû, sê endamên hêzên bersivdana bilez hatin kuştin û dû jî birîndarbûn.
K24- Hewlêr
Di teqînekê de li Xurmatû, sê endamên hêzên bersivdana bilez hatin kuştin û dû jî birîndarbûn.
Şaneya Ragehandinê ya Ewlehîyê li Îraqê belavkirîye, bi sedema teqîna bombekê li navçeya Pelkane Sadat li sînûrê parêzgeha Slahedîn, sê endamên hêzên bersivdana bilez hatin kuştin û dû jî birîndar bûn, piştî teqînê, hêzên ewlehîy piroseya lêgeriyan û pişkinînê hate encamdan.
Li qezaya Kehlai li parêzgeha Mîsan jî, bi sedema pirisgirêkeke civakî, jinek hate kuştin û sê zelam birîndar bûn.