Li Xurmatû teqînek rûda, 3 serbazên Îraqê hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn

Di teqînekê de li Xurmatû, sê endamên hêzên bersivdana bilez hatin kuştin û dû jî birîndarbûn.

K24- Hewlêr

Di teqînekê de li Xurmatû, sê endamên hêzên bersivdana bilez  hatin kuştin û dû jî birîndarbûn.

Şaneya Ragehandinê ya Ewlehîyê li Îraqê belavkirîye, bi sedema teqîna bombekê li navçeya Pelkane Sadat li sînûrê parêzgeha Slahedîn, sê endamên hêzên bersivdana bilez hatin kuştin û dû jî birîndar bûn, piştî teqînê, hêzên ewlehîy piroseya lêgeriyan  û pişkinînê  hate encamdan.

Li qezaya Kehlai li parêzgeha Mîsan jî, bi sedema pirisgirêkeke civakî, jinek hate kuştin û sê zelam birîndar bûn.