Îran navçeyên sînorî yên Hacî Omeranê topbaran dike

Peyamnêrê K24ê da zanîn, topxaneya Îranê geliyê Alane, Marên û bilindahiyên li nêzîkî Hacî Omeran topbaran dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê K24ê da zanîn, topxaneya Îranê geliyê Alane, Marên û bilindahiyên li nêzîkî Hacî Omeran topbaran dikin.

Duhî jî topxaneya Îranê bo heyama demjimêrekê navçeyên sînorî yên Hacî Omeranê topbaran kiribûn û li gor zanyariyên peyamnêrê me, cihên hatine topbarankirin, hejmarek ji koçeran pezê xwe lê diçêrînin.

Çend sal in Îran û Tirkiye navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê topbaran dikin û ji encama wê bi hejmarek ji welatiyan bûne qurbanî û bi sedan gund vala bûne.

Ev di demekê de ye, îro jî Hêzên komando yên Tirkiyê derbasî navçeya Heftanîn ya Herêma Kurdistanê bûne û dest bi opersyonekê li dijî PKKê kirine.

 

S. B