Nûçegehanê Kurdistan24: Hikumeta destkarîya mûçeyên fermanberên asayî nake

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê civîya û ragehand ku destkarî di mûçeyê fermanberên asayî de nayê kirin.

K24- Hewlêr

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê civîya û ragehand ku destkarî di mûçeyê fermanberên asayî de nayê kirin.

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê bi serperiştîya Mesrûr Barzanî civîya û çend pirsên girêdayî xercîyan gotbêj kir û li gor zanyarîyên Kurdistan 24 Civata Wezîran biryar daye destkarîya mûçeyên fermanberên asayî neke. Tê çaverêkrin îro Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê çend biryarên giring bide derbarê rêxistina xercî û pirogramên bayometrî û hevbeşîya kertên giştî û taybet . Li gor zanyarîyên Kurdistan 24 yek ji tewerên civînê rêkxistina mûçe û dermaleyên fermanberan bûye û biryar hatîye standin ku destkarî ya mûçeyê fermanberên asayî bi t şêweyekê neyê kirin, belku di çarçoveya yasaya çaksazîyê de mûçe û dermaleyên kesên ple bilind  wek berîya niha biryar li ser hatbû dan bê kêmkirin û rêkxistin. Biryare piştre hikûmet hûrbînyên kêmkirina mûçe û dermaleyên ple bilind diyar bike.

Her li gor zanyarîyên Kurdistan 24 biryare di naverasta hefteya bê şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê bo çareserkirina pirisgirêkên mayî li gel hikûmeta fedral serdana Bexdayê bike û li ser binemaya wê lêktêghiştina li gel hikûmeta Îraqê danûstandinê bike. Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadebûna xwe ji bo çareserkirina pirisgirêkan nîşan daye li ser binemaya destûra Îraqê û parastina qeware û keyana Herêma Kurdistanê û mafên xelkê Kurdistanê.