Îraqê.. 1,554 kesên din bi Korona ketin û 61 mirin

1,554 kesên din li Îraqê bi korona ketin û 61 kesên din jî bi wê vayrosê mirine.

K24- Hewlêr

1,554 kesên din li Îraqê bi Korona ketin û 61 kesên din jî bi wê vayrosê mirine.

Wezareta Tenduristî ya Îraqê amarên 24 demjimêrên bûrî eşkere kir û ragehand, ku  1,554 kesên din bi Korona ketin û 61 kesên din jî bi wê vayrosê mirine.

Herweha 908 tuşbûyên Kuronayê jî baş bûne.

Hejmara pêketîyên Koronayê li Îraqê gehişte 25 hezar kesan, ji wê hejmarê zêdetir ji 10 hezar kesan baş bûne.

Herweha 773 kesên din jî canên xwe ji dest dane.