Xebata Tifaq a Kurdistanî: PÎROZE! ENKS û PYNKê li hev kirin
Em jî wek şandeya Xebata Tifaq a Kurdistanî li Bakurê welatê me, bi heman nêrînê spasiya hemû aliyên kû keda wan di vê xebata pîroz de heye dikin û yekrêziya Kurdan li Rojava bi dilgeşî û kêyfxweşî pîroz dikin!
K24 – Navena Nûçeyan
Xebata Tifaq a Kurdistanî bi egera Rêkeftina ENKS û PYNK li rojavayê Kurdistanê peyamek pîrozbahiyê ragihand raya giştî. Kopyeyek jê gihand K24.
Ev naveroka daxûyaniyê ye:
Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Suriye (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdî (PYNK) îro ragihandin kû qonaxa yekemîn a danûstandinan bi dawî bûye û dê di rojên pêş de peymanek were îmzekirin.
“Herdu şande, ji bo insyatîfa wî ya yekkirina rêza Kurdî li Sûriyê General Mazlum Ebdî bi rêzdarî spas kirin û ji bo destek û keda wan a di yekirina rêza Kurdî de Rêzdar Serok Masûd Barzanî û Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spas kirin. Her wiha ji bo sponserî û desteka wan a bihêz ji bo yekrêziya Kurdan û piştgiriya wan ji misogerkirina pêşerojek demokrat û piralî li Sûriyê kû mafê hemû pêkhateyan tê de bê rêzgirtin Dewleta Amerîka spas kirin.”
Heman demê de hate diyarkirin kû dê diyalog li ser bingeha Peymana Dihokê ya 2014 berdewam bike û di rojên pêş de peymaneke giştî were îmzekirin.
Mizgînî ew bû kû qonaxa yekemîn a diyalogên yekîtiyê bi dawî bûye û gihîştine nêrîneke siyasî li ser xalên rêvebirin, hevbeşî, ewlehî û parastinê a hevpar.
Ev xebata giran buha, mifteya serkeftinê ye.
Em jî wek şandeya Xebata Tifaq a Kurdistanî li Bakurê welatê me, bi heman nêrînê spasiya hemû aliyên kû keda wan di vê xebata pîroz de heye dikin û yekrêziya Kurdan li Rojava bi dilgeşî û kêyfxweşî pîroz dikin!
(17.06.2020)
Xebata Tifaq a Kurdistanî