Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê gotûbêj derbarê rêkxistina xercîyan dike

evro Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê bi serperiştîya Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê û beşdarîya cîgirê serokê hikumetê, Qubad Talebanî bi rêya vîdyo konferanisî civîya.

K24- Hewlêr

evro Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê bi serperiştîya Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê û beşdarîya cîgirê serokê hikumetê, Qubad Talebanî bi rêya vîdyo konferanisî civîya.

 di civînê de gotûbêj derbarê rêxistina xercîyan û xwe guncandinê li gel wan şîyan û budceyê hat kirin ku niha li ber destê wezareta darayî û abûrî de ye, bi merca paraztina mafê muçexorên asayî yên hejî. encumena wezîran tekezî li berdewambûna kêmkirina mûçeyê xwedî pileyên taybet û ewên ku bi wê pilanê xanenişîn bûn ku di civînên pêşî de biryar li ser wan hatibu dan, di vê derbarê de civîn heya roja Yekşema dahatî berdewam dibin.

Di terwereke dî ya civînê de, encumena wezîran biryar da dema vegerandna qerzên kareba û avê bi lêxweşbûna sedî pazde were dirêjkirin heya yekê meha Îluna ev sal, di beşeke dî ya civînê de jî , danustandinên li gel hikumeta fîdralî hatin gotûbêjkirin û biryar hate dan ku heftîya dahatî şanda hikumetê bo dirêjedanê bi gotûbêjan seredana Bexdayê bike bi arasteya pêşvebirinê bi wê li hevtêgehiştna hevbeşa berê ku herdû alî pê gehiştibun jibo dabînkirina maf û şayisteyên darayî yên herêmê li beranber pabendîyên herêmê di çarçoveya destûrê Îraqê de.