4 tûşbûyên Vayrosa Koronayê li Duhokê baş bûn
Di ragehandinekê de, rêveberîya Tenduristîya parêzgeha Duhokê 4 tûşbûyên Vayrosa Koronayê li sinûrê wê parzêgehê ragehand.
K24- Duhokê
Di ragehandinekê de, rêveberîya Tenduristîya parêzgeha Duhokê 4 tûşbûyên Vayrosa Koronayê li sinûrê wê parzêgehê ragehand.
Di wê ragehandinê de hatîye, 4 tûşbûyên Vayrosa Korona COVID-19 ku li Duhokê di nexweşxaneyê de hatibûn razandin, piştî encamdana pişkinînên pizîşkîyên li pey hev xuya bû ku bi temamî baş bûne û vegerîyan malên xwe.
Bi vê yekê jî, hejmara giştîya wan tûşbûyên ji parêzgeha Duhokê başbûne gehişte 92 kesan û tenê 43 tûşbû di nexweşxaneyê de mane.