Firokeyên Tirkiyê şivanekî li devera Biradost şehîd kir

Rêvebirê Nahiya Sîdekanê Îhsan Çelebî ji K24ê re ragihand, duhî demjimêr 11:00 di encama bombebarana firokeyên Tirkiyê ji devera Biradost re, şivanek şehîd bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêvebirê Nahiya Sîdekanê Îhsan Çelebî ji K24ê re ragihand, duhî demjimêr 11:00 di encama bombebarana firokeyên Tirkiyê ji devera Biradost re, şivanek şehîd bû.

Rêvebirê Nahiya Sîdekanê diyar kir, şivanê di bombebarana firokeyên Tirkiyê de şehîd bûye, navê wî Ebas Mexdîd Nîmet e û xelk bajarokê Herîrî e û ji bo çêrandina pez li wê navçeyê bû.

Amaje bi wê jî da, ji ber ku ew navçe cihê şer e, termê wî şihanî heta demjimêr 3:00 berbangê li erdê mabû. Piştre termê wî hat rakirin û ji bo Bijîkî Dadî li Soran hat veguhastin.

Artêşa Tirkiyê ji duhî ve operasyona “Cengê Piling” li dijî PKKê li Herêma Kurdistanê destpê kiriye û navçeyên sînorî bombebaran dike û hêzên xwe jî derbasî nava xaka Herêma Kurdistanê kirine.

 

S. B