Wezîrê Tendirustiyê hişyariyê dide
Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî peyamek derbarê belavbûna vîrusa Koronayê belav kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî peyamek derbarê belavbûna vîrusa Koronayê belav kir.
Wezîrê Tenduristiyê di peyama xwe de dibêje: “Wernegirtina metirsiyên Koronayê û pabendnebûna bi rênimayên tenduristiyê û sistkirina rêkarên xweparêziyê, gefeke tirsnak û destpêkek e ji bo pêşbînîkirina berfirehbûna pêketina bi sedan welatiyan û bilindbûna rêjeya mirinê bo dehan kesan di rojekê de.”
Ev hişyariya Wezîrê Tenduristiyê piştî wê tê, çend roj in li Herêma Kurdistanê rojane zêdetir ji 100 pêketiyên Koronayê tên tomarkirin û rêjeya mirinê jî bilind bûye.
Heta niha li Herêma Kurdistanê hejmara kesên bi vîrusa Koronayê ketine gihîştiye 2 hezar û 821 kesan û hejmara kesên canê xwe jidest dane jî gihîştiye 75 kesan. Li hemberê jî 1 hezar û 127 nexweş baş bûne.
S. B