Li Silêmaniyê 5 kesan bi Korona canê xwe jidest dan
Li parêzgeha Silêmaniyê 5 kesên din bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li parêzgeha Silêmaniyê 5 kesên din bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dan.
Jêderek ji Tendirustiya Silêmaniyê taybet ji K24 re ragihand, 5 tûşbûyên din ên Korona li parêzgeha Silêmaniyê jiyana xwe jidest dan, ku 3 ji wan xelkê bajarê Silêmaniyê ne, 1 xelkê Helebce ye û yê din jî xelkê Kelar e.
Wî jêderî diyar kir, kesên canê xwe jidest dane, temenên wan di navbera 55 û 80 saliyî de ne.
Heta niha li Silêmaniyê 68 kesan bi Korona canê xwe jidest dane û li seranserî Herêma Kurdistanê hejmara kesên canê xwe jidest dane gihîşt 80 kesan.
S. B