224 kes li Herêma Kurdistanê tûşî Vayrosa Korona bûn

Wezareta tendirustiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihandiye, di 24 demijmêrên borî de 224 kesên din li Herêma Kurdistanê tûşî Vayrosa Korona bûn e

K24 – Navenda Nûçeyan

224 kesên din li Herêma Kurdistanê tûşî Vayrosa Korona bûn.

Wezareta tendirustiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihandiye, di 24 demijmêrên borî de 224 kesên din li Herêma Kurdistanê tûşî Vayrosa Korona bûn e, ku bi vî awayî ne: 134 kes li Silêmaniyê, 25 li Germiyan, 47 li Hewlêrê, 14 li Helebce û 4 kes li Duhokê.

Herweha 7 kesên din bi Vayrosê canê xwe jidest dan e ku 6 kes li Silêmaniyê û kesek li Germiyan e.

Wezareta Tendriustiyê ragihand jî, di 24 demijmêrên borî de 94 tûşbûyên Korona çareser bûn e, ku 67 li Hewlêrê, 23 li Germiyan û 4 kes li Duhokê.

Wezareta Tendirustiyê ragihand, bi vê amarê, hejmara kesên li Herêma Kurdistanê tûşî Korona bûne gehîşte 3 hezar û 45 kesan, ji wê hejmarê 82 kesan canê xwe jidest dan e û 1 hezar û 217 kes çareser bûn e.

 

 

 

C.B