Ji bo rêgiriya Covid -19, Rênimayên Nû bo Hewlêrê

Odeya operasyonan ya Hewlêrê çend rênimayên nû belav kirin e ji wan jî...

K24 – Navenda Nûçeyan

Odeya operasyonan ya Hewlêrê çend rênimayên nû belav kirin e ji wan jî:

- Çûnûhatina nava parêzgehan  ligor daxuyaniya Wezareta Navxweyî heta 1ê meha 7an daxistî dimîn e.

- Ta 1-7  piştî demjimêrn 10ê êvarê heta 5ê sibehê  tevahiya bazar û cihên din tên daxistin, ji bilî dermanxaneyan, herwiha rojên Înê bazarên milî girtî dibin.

- Ta 1-7 bi temamî senterên laşciwaniyê, werzişî, havîngeh û park girtî dimîn in.

 -Ji roja 21ê vê mehê ve, her fermangehek qerebalixî lê peyda bibe, dewamê wê fermangehê tê rawestandin û nabe her fermangehek, zêdetir  30% dewamê bi fermanberan bike, ji bilî Hêzên Navxweyî û Asayişî.

-  Li her cihekî bazirganî, dukan, mol, markêt  û çend cihên din pabendî rênimayan nebin, yekser tên daxistin.

 

 

C.B