Ji bo rêgiriya Covid -19, Rênimayên Nû bo Hewlêrê
Odeya operasyonan ya Hewlêrê çend rênimayên nû belav kirin e ji wan jî...
K24 – Navenda Nûçeyan
Odeya operasyonan ya Hewlêrê çend rênimayên nû belav kirin e ji wan jî:
- Çûnûhatina nava parêzgehan ligor daxuyaniya Wezareta Navxweyî heta 1ê meha 7an daxistî dimîn e.
- Ta 1-7 piştî demjimêrn 10ê êvarê heta 5ê sibehê tevahiya bazar û cihên din tên daxistin, ji bilî dermanxaneyan, herwiha rojên Înê bazarên milî girtî dibin.
- Ta 1-7 bi temamî senterên laşciwaniyê, werzişî, havîngeh û park girtî dimîn in.
-Ji roja 21ê vê mehê ve, her fermangehek qerebalixî lê peyda bibe, dewamê wê fermangehê tê rawestandin û nabe her fermangehek, zêdetir 30% dewamê bi fermanberan bike, ji bilî Hêzên Navxweyî û Asayişî.
- Li her cihekî bazirganî, dukan, mol, markêt û çend cihên din pabendî rênimayan nebin, yekser tên daxistin.
C.B