Derîyê Tel Koçer di navbera Îraq û Sûriyê dihête vekirin

Bi biryareka Neteweyên Yekbûyî derîyê Sinûrî yê Tel Koçer bo dema şeş mehanê dihête vekirin.

K24- Hewlêr

Bi biryareka Neteweyên Yekbûyî derîyê Sinûrî yê Tel Koçer bo dema şeş mehanê dihête vekirin.

Ajansa Esoştid Pirês reşnivîseka biryara Neteweyên Yekbûyî belav kir bo vekirina derîyê sinûrî yê Tel Koçer di navbera Îraq û Rojavaya Kurdistanê.

 Di reşnivîsê de hatîye, bi sedema belavbûna Vayrosa Koronayê û têkçûna rewşa tenduristîyê, Neteweyên yekbûyî daxwaza vekirina derîyê sinûrî yê Tel Koçer dike bo dema şeş mehan.  Herweha rewayî bo herdû derîyên sinûrî (Babûlhewa û Babûlselamî) yên parêzgeha Îdlibê bo dema şeş mehan dirêj kir.

Di pişkeka dî ya reşnivîsê de hatîye, Bi sedema Vayrosa Koronayê, 11 milyon Sûrîyan pêwîstî bi alîkarîya mirovî heye.