Komên çekdar 11 welatîyên Kurd li Efrînê girtine
11 welatîyên Kurd li Efrînê ji destpêka meha Xizîranê ve ji alîyên komên çekdar ve hatine girtin.
K24- Hewlêr
11 welatîyên Kurd li Efrînê ji destpêka meha Xizîranê ve ji alîyên komên çekdar ve hatine girtin.
Navenda Belgekirina Binpêkirinan li bakûr û rojhelata Sûriyê di raportekê de belav kirîye, ku komên çekdar li Efrînê berdewam in li ser binpêkirinên xwe dijî welatîyan û tenê di meha Gulanê de 40 welatîyên Kurd ji alîyên wan koman ve hatin girtin.
Her li gor wê navendê, ji wê hejmarê 14 kesên girtî rastî eşkencedanê hatine û du kesan jî canê xwe ji dest dane.
Navenda Belgekirina Binpêkirinan belav jî kirîye, ji destpêka meha Xizîranê ve jî, wan koman 11 welatîyên Kurd ji navçeyên cuda yên Efrînê destserkirine û bi hincetên cuda bi ser malên welatîyan dadane li gundên ser bi Şiyê, Mabata, Cindrês û Raco.