Con Boltin: Serokê Firansayê rol hebû li paraztina pişkek ji navçeyên rojhelata Firatê ku nekvin dest Tirkiyê
Di pirtûka xwe de Con Boltin eşkere kirîye, rola serokê Firansayê hebû li paraztina navçeyên din yên rojhelata Fratê ku ne kevin di destê Tirkiyê de.
K24- Hewlêr
Di pirtûka xwe de Con Boltin eşkere kirîye, rola serokê Firansayê hebû li paraztina navçeyên din yên rojhelata Firatê ku ne kevin di destê Tirkiyê de.
Con Bolton şêwirmendê berê yê Encûmena Asayşa Neteweyî ya Emerîkayê di pirtûka xwe ya nû de, ku çaverê dihête kirin di çend rojên dahatî de belav bibe, behsa operasyona Tirkiyê li rojavaya Kurdistanê dike û ka çawa Tiramp destberdarê Kurd bûye li wê navçeyê.
Li gor Bolton, Tiramp biryara xwe ya dawî dabû jibo vekşandina hêzên Emerîkayê ji Sûriyê û Erdogan ew qanîi kiribû ku şerê Daişê dê bike û dê Kurd biparêze. lê serokê Firansayê Îmanoyêl Makron û wezîrê derve yê Emerîkayê berdewam ji Tiramp re digotin ku armanca Erdogan Kurd in neku Daişe.
Eşekre jî kirîye, ku di civîna Enqereyê de, şanderê Emerîkayê jibo dosêya Sûriyê, Ceymis Cêfrî nexşeya navçeyên ku Tirkiyê kontirol dê bike eşkere kiribû ku bi gotina wî, ew nexşe piranya navçeyên li ser sînorê Tirkiyê û Sûryiê li xwe digirt ku navçeyên di destê Hêzên Sûriya Demokrat (HSD)de bûn.
Li gor bolton bIhinceta dûrkirIna Rûsiya ji wê navçeyê, Cêfrî li ser wê nexşeyê razîbû, lê berevajî wê Rûsiya karî derbazî Minbic, Kobanî, Heseke û Reqayê bibe li gel artêşa Sûriyê.