Li Efrînê 8 çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatin kuştin
Li Efrînê 8 çekdarên grûpên ser bi Tirkiyê ve di êrîşeke Hêzên Rizgarkirina Efrînê de hatin kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Efrînê 8 çekdarên grûpên ser bi Tirkiyê ve di êrîşeke Hêzên Rizgarkirina Efrînê de hatin kuştin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Hêzên Rizgariya Efrînê êrîşî ser xaleke grûpa Feyleq El Şamê li nêzîk gundê Basûfanê yê navçeya Şêrawa kir û 8 çekdarê wê grûpê hatin kuşrin.
Rewangehê diyar kir, şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê xwe vidizîne xaleke çekdarên Feyleq El Şam li gundê Basûfanê û 4 çekdar kuştine û laşên wan mîn kirine.
Herwiha diyar kir jî, dema ku çekdarên Feyleq El Şam hatine ser termên kuştiyên xwe, ew mîn bi wan de teqiyane û 4 çekdarên din jî hatine kuştin.
Ji aliyekî din ve, hat zanîn ku hêzên Tirkî îro ji Efrînê ve, navçeyên hêzên Yekîneyên Gel (YPG) li Hirbil, Şêx Îsa û Aqîbê li bakurê Helebê topbaran kirin.
S. B