Kesekî din li Silêmaniyê bi Koronayê canê xwe jidest da

Li Silêmaniyê hilgirekî din ê vîrusa Koronayê canê xwe jidest da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Silêmaniyê hilgirekî din ê vîrusa Koronayê canê xwe jidest da.

Jêderekî ji Rêveberiya Tenduristiya Silêmaniyê ji K24ê re ragihand, îro welatiyekî din ku bi vîrusa Koronayê ketibû, li nexweşxaneya Şehîd Tahîr Elî Walî Beg canê xwe jidest da.

Wî jêderî aşkere kir jî, kesê canê xwe jidest daye, peyayekî 68 salî ye û xelkê bajarê Silêmaniyê ye.

Pêştir Rêvebirê Nexweşxaneya Şehîd Tahîr Elî Walî Beg Azad Hewramî ji K24ê re ragihandibû, rewşa tendirustî ya hemû nexweşên li nexweşxaneyê ne, ne cigîr e.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, heta niha 77 kesan bi vîrusa Koronayê li parêzgeha Silêmaniyê canê xwe jidest dane.

Bi vî awayî, li Herêma Kurdistanê hejmara kesên bi Koronayê canê xwe jidest dane gihîştiye 90 kesî û hejmara bi wê vîrusê ketine jî gihîşt 3 hezar û 273 kesan.

 

S. B