Fesla Yûsif pirsên di qonaxa duyem de bêne guftûgokirin aşkere dike

Endama Desteya Serokatiya ENKS radigihîne, derfeteke dîrokî li pêş gelê Kurd vebûye, ku dewleteke bihêz wek Amerîka bi aliyên Kurdî re li maseya guftûgoyê rûdine û pirsa Kurdî guftûgo bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endama Desteya Serokatiya Encûmena Niştemanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) radigihîne, derfeteke dîrokî li pêş gelê Kurd vebûye, ku dewleteke bihêz wek Amerîka bi aliyên Kurdî re li maseya guftûgoyê rûdine û pirsa Kurdî guftûgo bike.

Endama Desteya Serokatiya ENKSê û Sekretera Sekretera Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurdistanê Fesla Yûsif li ser vekirina nivîsgeha partiyê li Qamişlo ji K24ê re ragihand, pêştir vekirina nivîsgehê û kar û çalakiyên partiya wan qedexe bû, lê piştî destpêbûna danûstandinan di navbera ENKS û PYNK de , derfetek peyda bû û rê li pêş partiya wan û karê siyasî ya partiya wan vebû.

Li ser qonaxa duyem a danûstandinan di navbera ENKS û PYNK de, Fesla Yûsif got: Di qonaxa yekem de, li ser nerîn û helwesta siyasî bû. Qonaxa duyemîn a danûstandinan jî dê di demeke nêzîk de destpê bike û dê li ser doseyên mane be, wek rêveberî û leşkerî be û dê rêkeftina Duhokê bigehek ji danûstandina re be, ta bikarin hevbeşiyeke rastî li ser erdê pêk bînin. Herwiha dê bibe bingehek ji paşeroja gelê Kurd û paşeroja Sûriyê re, ku em kar dikin ji bo Sûriyayeke demokrat û nenavendî ava bikin, bi awayekî ku cihê her kesî tê de hebe.

Li ser rola Amerîka di danûstandinan got: Îro derfeteke dîrokî li pêş gelê Kurd vebûye, ku dewleteke bihêz wek Amerîka bi aliyên Kurdî re li maseya guftûgoyê rûdine û pirsa Kurdî guftûgo bike û ev gaveke dîrokî ye, ji ber ku heta niha pirsa Kurdî ne ji aliyê opozîsyonê û ne ji aliyê rêjîma Sûriyê ve bi zelalî tê qebûlkirin. Lewre divê heta ji me bê divê em mafên gelê xwe bicih bikin û projeya xwe ya netewî li Kurdistana Sûriyê pêk bînin.

Di derbarê helwesta opozîsyona Sûriyê ji nêzîkbûna di navbera aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê de, Fesla Yûsif ragihand, heta niha ti helwesteke fermî ji aliyê opozîsyonê ve derneketiye. Lê dibe ku nêzîkbûna aliyên Kurd li cem nehezên Kurdan ne cihê rihetiyê be, ji ber ku heta niha xwendina wan ji pirsa Kurdî re ne bi awayekî durist e.

Endama Desteya Serokatiya ENKSê amaje bi rola civaka navdewletî û Herêma Kurdistanê di piştvanîkirina danûstandinan de kir û got: Gelek piştevanî ji aliyê hêzên navdewletî wek Amerîka û welatên Ewropa ji yekrêziya Kurdî re heye. Herwiha rola û piştevaniya Serok Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî cihê spasî û serbilindiyê ne, ku her dem piştevaniyê li doza Kurdî û yekrêziya aliyên siyasî yên li Kurdistana Sûriyê dikin.

 

 

S. B