Keçeke Kurd a Êzidî li Tirkiyê hat rizgarkirin
Keçeke Kurd a Êzidî ku berî şeş salan ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibû revandin, li Tirkiyê hat dîtin û ji bo Herêma Kurdistanê hat vegerandin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Keçeke Kurd a Êzidî ku berî şeş salan ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibû revandin, li Tirkiyê hat dîtin û ji bo Herêma Kurdistanê hat vegerandin.
Helîme Husên Xelef berî 6 salan ji gundê Telqeseb li rojhilatê Şingalê ligel bi hezaran Êzidiyan di 3. 8. 2014an de ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibû revandin, wê demê temenê wê 16 salî bû.
Îro danê sibê Helîme di riya deriyê sînorî Îbrahîm Xelîl re gihîşt Herêma Kurdistanê û ji aliyê malbata wê ve pêşwazî lê hate kirin û piştre jî ji aliyê tîmeke tendirustiyê ve li Duhokê hate kerentînekirin.
Apê Helîme, Seîd Xelef ji K24ê re got: Ji nêzîkî salekê ve ye em bi Nivîsgeha Rizgarkirinê li Duhokê re li zanyariyan û çarenivîsa Helîme digerin. Piştre me zanî ku piştî hatiye revandin, çend caran hatiye li Beac, Mûsil û çend bajarên Sûriyê hatibû firotan. Piştre me ew li Tirkiyê dît”.
Apê Helîme aşkere kir jî, 85 kes ji malbata wan ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibûn revandin û heta niha çarenivîsa 18 kesan ji wan ne diyar e.
Çekdarên DAIŞê 3. 8. 2014an êrîşî ser devera Şingalê kir û li gor amaran, 6417 kes revandin, ku heta niha 3532 kes hetine rizgarkirin û çarenivîsa 2885 kesan jî ne diyar e. Ji wan 1306 ji regeza mê û 1579 kes jî ji regeza nêr in.
S. B