Kesekî din li parêzgeha Silêmaniyê bi Koronayê canê xwe jidest da

Pêketiyekî din ê vîrusa Koronayê li qezaya Seyid Sadiq li parêzgeha Silêmaniyê canê xwe jidest da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Pêketiyekî din ê vîrusa Koronayê li qezaya Seyid Sadiq li parêzgeha Silêmaniyê canê xwe jidest da.

Qeymeqamê Seyid Sadiq Diyarî Refîq ji K24ê re ragihand, kesekî temen 63 salî li Seyid Sadiq bi Koronayê canê xwe jidest da.

Qeymeqamê Seyid Sadiq diyar kir jî, ev duyem haleta mirina bi Koronayê li wî qezayê ye.

Bi vî awayî, ev dibe 4emîn haleta mirina bi Koronayê ya li parêzgeha Silêmaniyê tê tomarkirin.

 

S. B