Li Silêmaniyê 2 kesên din jî canê xwe jidest dan
Du kesên din li bajarê Silêmaniyê bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dan, wiha jî dibe sêyem haleta mirinê îro li Silêmaniyê tên tomarkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Du kesên din li bajarê Silêmaniyê bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest dan, wiha jî dibe sêyem haleta mirinê îro li Silêmaniyê tên tomarkirin.
Cîgirê Rêveberê Tendirustiya Silêmaniyê Dr. Hêriş Seyid Selîm ji K24ê re ragihand, îro du kesên din li nexweşxaneyên Silêmaniyê canê xwe jidest dan.
Got jî: Hejmara pêketin û mirina bi Koronayê li Silêmaniyê bi awayekî berçav zêde bûne. Biryar e jî îro Odeya Operasyonên Silêmaniyê çend biryaran bide û rênimayên xweparêziyê tundtir bike.
Dr. Hêriş diyar kir jî: “Me daxwaz ji Odeya Operasyonan kir, rênimayan zêdetir tund bikin û me pêşniyaz kir û ji bo dema hefteyekê kerentîn bê ragihandin.”
Îro pêştir jî kesekî temen 68 salî li nexweşxaneya Şehîd Tahîr Elî Walî Beg canê xwe jidest dabû.
Bi vî awayî, li Herêma Kurdistanê hejmara kesên bi Koronayê canê xwe jidest dane gihîştiye 92 kesî û hejmara bi wê vîrusê ketine jî gihîşt 3 hezar û 273 kesan.
S. B