Di bombebarana Tirkiyê de di 3 salan de 28 kes li Amêdiyê şehîd bûne
Tirkiye bi bihaneya hebûna binke û baregehên PKKê, navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bombebaran dike û di encamê de jî welatiyên sivîl dibin qurbanî û ziyanên madî jî digihîne welatiyan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Tirkiye bi bihaneya hebûna binke û baregehên PKKê, navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bombebaran dike û di encamê de jî welatiyên sivîl dibin qurbanî û ziyanên madî jî digihîne welatiyan.
Di dema 3 salên bûrî de 28 welatiyên devera Amêdiyê ya Herêma Kurdistanê bi sedema bombebarana firokeyên Tirkiyê şehîd û winda bûne.
Ev di demekê de ye, duhî di encama bombebarana firokeyên şer ên Tirkiyê li ser navçeyên sînorê Nêrwe û Rêkan de 4 welatî şehîd bûn û yek jî wendayî ye.
Artêşa Tirkiyê çend roj in li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê desr bi operasyoneke serbazî kirin û hêzên Komando jî derbasî hin navçeyan kirine.
S. B