Nêçîrvan Barzanî gihîşt Bexdayê
K24 - Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serokatiya şandekê gihîşte Bexdayê.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê ye û dê digel berpirsên bilind ên Iraqê bicive.
Li gor zanyariyên ketine dest bi K24ê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê li Bexdayê ligel her yek ji Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî, Serokê Parlemanê Mhemed Helbusî û Serokomarê Iraqê Berhem Salih bicive.
Biryar e di seredana xwe bo Bexdayê de, Serokê Herêma Kurdistanê dawî pêşhatên navçeyê ligel berpirsên Iraqê gotûbêj bike.
S. B