PDKê derbarê êrîşa Tirkiye û Îranê de daxuyaniyek belav kir
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) derbarê êrîş, bombebaran û topbarana Tirkiye û Îranê li ser xaka Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir û nîgeraniya xwe derbirî.
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) derbarê êrîş, bombebaran û topbarana Tirkiye û Îranê li ser xaka Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir û nîgeraniya xwe derbirî.
PDK di daxuyaniya xwe de dibêje, Pêwîst e tevahiya aliyan ji wê têbigihin ku xebat û hikumranî bi mozeyadat û siyaseta neberpirsiyane nabe. Ji ber wê, me pêştir gotiye û niha jî dibêjin, em ji bo çareserkirina pirsa Kurdî, ligel xebata siyasî û riyên aştiyane ne li perçeyên din.
Daxuyaniya PDKê:
Gelekî nîgeran in li hember girjî, operasyona serbazî, topbaran û bombebaranên Tirkiye û Îranê li ser xaka Herêma Kurdistanê, ku bûye sedema dilgiraniya sivîlan û nearamiyê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê.
Ev babet ne nû ye û ji salên bûrî ve dubare dibe. Hemû caran û vê carê jî me axaftin bi aliyên pêwendîdar ên herdu welatan kiriye û nîgeraniya xwe pê ragehandiye.
Wan tekezî li wê kiriye, ku ti cure dijayetiya wan li hember Herêmê nîne û sedema bombebaranê jî, hebûna hêzên çekdar ên opozîsyona Kurdî li nava xaka Herêmê ne û karên serbazî li dijî Îran û Tirkiyê encam didin.
Niha PKKê li nava nêzîkî pêncsed gundên Herêma Kurdistanê ye û me çavê xwe jê damirandiye, lê heger ev rewş berdewam be, bi sedema bombebaranê ziyanên mezin digihin Herêmê û cihên din ên Herêmê jî dikevin bin metirsiyê.
Pêwîst e tevahiya aliyan ji wê têbigihin ku xebat û hikumranî bi mozeyadat û siyaseta neberpirsiyane nabe. Ji ber wê, me pêştir gotiye û niha jî dibêjin, em ji bo çareserkirina pirsa Kurdî, ligel xebata siyasî û riyên aştiyane ne li perçeyên din û heger PKKê û aliyên yên din ên çekdar nikarin pabendî biryar û hikumraniya Herêma Kurdistanê bin, bila bi şer û çalakiyên xwe veguhêzin meydana xwe ya rasteqîne û êdî nebin cihê gef û malwêraniyê ji welatiyên Herêma Kurdistanê re.
S. B