Dû tûşbûyên din yên Koronayê li Silêmanîyê canên xwe ji dest da

Çavkanîyekî ji Tenduristîya Silêmanîyê ragehand, 2 tûşbûyên Vayrosa Koronayê li Silêmanîyê canên xwe ji dest dan.

K24- Silêmanî

Çavkanîyekî ji Tenduristîya Silêmanîyê ragehand, 2 tûşbûyên Vayrosa Koronayê li Silêmanîyê canên xwe ji dest dan.

Nûçegehanê Kurdistan24 ji çavakenîyekê berpirs ji Tenduristîya Silêmanîyê veguhaztîye, ku herdû kesên ku canê xwe ji dest dan e rûniştvanên nav bajarê Silêmanîyê ne.

Zelal jî kirîye, ewên canê xwe ji dest dane,  yek ji wan zelam e û temenê wî 70 salî ye, û ya din jine û û temena wê 83 salîye.

Amara mirinê bi sedema Vayrosa Koronayê li Herêma Kurdistanê zêde bûye, û di ragehandina xwe de ya 24 dmejimêrên burî ku duhî hatibû belavkirin, Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandibû, 82 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane û rêjeya mirinê ji tevaya tûşbûyan gehiştîye %3.7.