Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Herêmê di alîkarîkirina zêdetirî Milyonek penaber û aware de berdewam e
Di roja Cîhanî ya penaberan de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radighîne Hikûmet di alîkarîkirina zêdetirî Milyonek penaber û aware de berdewam e.
K24- Hewlêr
Di roja Cîhanî ya penaberan de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radighîne Hikûmet di alîkarîkirina zêdetirî Milyonek penaber û aware de berdewam e.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di twîtekê de liser hejmara xwe ya taybet a twîterê de di Roja Cîhanî ya Penaberan de nivîsandiye "Hikûmeta Herêma Kurdistanê di mêvanîkirin û pêşkêşkirina pêdawistiyan bo milyonek û sed hezar penaberên Rojavayê Kurdistan û Sûriyê û awareyên Parêzgehên Îraqê, berdewam e. Di Roja Cîhanî ya Penaberan de, hêvîdar im ev penaber û aware di bîr a cîhanê de bin. Pêwîstiya me bi hevkariya navdewletî û alîkariya darayî heye, bo ku zemînekê durist bikin, ta ku bi şêweyek baş û li gor heza xwe, vegerin ser navçeyên xwe.
Kurdistan is a safe haven for refugees, and we will continue to care for the 1.1 million refugees and IDPs who are here from Iraq and Syria. On #WorldRefugeeDay we remind the world however that international assistance remains essential to their safe return home. pic.twitter.com/fGyiLIt4Za
— Masrour Barzani پابەندین# (@masrour_barzani) June 20, 2020