Penaberên Rojavayê Kurdistanê daxwez dikin vegerin ser mal û xaka xwe
Îro Roja Cîhanî ya Penaberan e. Ligor dawî amar, li herêma Kurdistanê 244 hezar û 207 penaberên Rojava dimîn in
K24- Hewlêr
Îro Roja Cîhanî ya Penaberan e. Ligor dawî amar, li herêma Kurdistanê 244 hezar û 207 penaberên Rojava dimîn in
Beşek ji penaberan, jiber Operasyona vê dawiyê ya Tirkiyê bo ser rojavayê Kurdistanê hatin e. Bi rêya Kurdistan24 dengê xwe digihînin raya giştî, çareyek bo rewşa wan bibînin, ji bo vegera wan a Rojava.
Roja Cîhanî ya Penaberan e, û penaberên Rojavayê Kurdistanê jî, di vê rojê de daxwez dikin derî li jiyana penabertiyê bigrin û vegerin ser mal û xaka xwe,
bi hezaran penaberên Rojavayê Kurdistanê li Başûrê dimîn, û li vê kempa Gewêlanê jî 295 malbatên ku ji ber Operesyona vê dwaiyê yê Trkiyê li Rojava, ew penaber bûn e,
dayika Mehemd jî ji gondewarên bajarê Kobanî ye di va roja cîhanî ya penaberan de êş û azarên xwe dibêje,
ji aliyekî germa havînê û ji aliyekî din ve jî metrisya Belavbûna Vayrosa Koronayê jiyan li penaberan zehmet kirî ye,
zarok nizanin ew baca çi didin û jiyana nav kempan bûye para wan e, lê hêviyên vegerê jî li cem penaberan qut nabin,
hijmara herî dawî yê penaberên Rojava, li Başûrê Kurdistanê û li gor daxuyaniya Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî di hikûmeta Herêma Kurdistanê de, 244 Heza û 207 penaberên Rojava li Buşûrê dimînin.