Li Silêmanîyê heya serê meha bê dewama fermangehên hikumetê hat rawestandin
bo rêgirtin ji zêdetir belavbûna Vayrosa Korona, Komîteya Bilind a rûbirûbûn a Vayrosê li Silêmaniyê biryar da ye, heya serê meha bê dewama fermangehên hikumetê rawestîn in.
K24- Hewlêr
Rêveberê Giştî yê tendirustiya Silêmaniyê ragihand, bo rêgirtin ji zêdetir belavbûna Vayrosa Korona, Komîteya Bilind a rûbirûbûn a Vayrosê li Silêmaniyê biryar da ye, heya serê meha bê dewama fermangehên hikumetê rawestîn in. Dr Sebah Hewramî got, mizgeft, kafeterya û melevangeh tên daxistin
Eşkera kir, ku Vayrosa Korona li hemû kuçe û kolanên Silêmaniyê belav bûye û hejmara tûşbûyan ji ya tê ragehandin, gelek zêdetir e.
Rêveberê tendirustiya Silêmaniyê, ji bo dabînkirina gujmê 2 milyar dînaran bo wê parêzgehê, spasiya Serokê Hikumeta herêma Kurdistanê kir.