12 tûşbûyên Vayrosa Koronayê li Duhokê baş bûn

Rêveberîya Giştî ya Tenduristîya Duhokê belav kir, 12 tûşbûyên Koronayê bi temamî baş bûn û vegeryan malên xwe.

K24- Duhok

Rêveberîya Giştî ya Tenduristîya Duhokê  belav kir, 12 tûşbûyên Koronayê bi temamî baş bûn û vegeryan malên xwe.

Ragehand jî, heya niha 115 tûşbûyên Koronayê başbûne û tenê 28 tûşbû di nexweşxaneyê de mane.

Li Duhokê bi sedema di xwanekê de hejmareka hevwelatîyan bi Vayrosa Koronayê ketin, lê berpirsên tenduristîyê dibêjin, rewşa Koronayê li wê parêzgehê di bin kontirolê de ye.