Herêma Kurdistanê çaverê gehiştina dermanê Rûsî ne bo çareserîya Koronayê
Gotebêjê Wezareta Tenduristîya Herêmê ragehand, çaverê dikin di dema heftîyekê de ew dermana Rûsî bo çareserîya Koronayê durist kirîye bigehe Îraqê û pişka Herêma Kurdistanê jî têde ye.
K24- Hewlêr
Gotebêjê Wezareta Tenduristîya Herêmê ragehand, çaverê dikin di dema heftîyekê de ew dermanê Rûsî bo çareserîya Koronayê durist kirîye bigehe Îraqê û pişka Herêma Kurdistanê jî têde ye.
Derbarê dermanê Dîskamsazon a Birîtaniyayê jî, Mehemed Qadir, gotebêjê Wezareta Tenduristîyê got: Ew derman bo wan tûşbûyan dihête bikarhînan ewên rewşa tenduristîya wan di navbera navend û nacêgîrîyê de ne.
Di evê pakêcê de zaqnyarîyan li ser wan dermanan bizane, ku li nexweşxaneyan didin tûşbûyên Koronayê.