Evro li Îraqê bilintirîn hejmara tûşbûyên Koronayê hate tomarkirin
Wezareta Tenduristîya Îraqê amara Koronayê di 24 demjimêrên burî de li seranserî welatî bi Herêma Kurdistanê ve jî belav kir.
K24- Hewlêr
Wezareta Tenduristîya Îraqê amara Koronayê di 24 demjimêrên burî de li seranserî welatî bi Herêma Kurdistanê ve jî belav kir.
Li gor ragehandina Wezareta Tenduristîya Îraqê, di dema 24 demjimêrên burî de, pişkinînan pizîşkî bo 10 hezar û 22 gumanlêkirîyan hatîye encamdan û tûşbûna hezar û 871 kesên din jî hate tekezkirin.
Wek di wê ragehandinê de hatîyem her di evan 24 demjimêrên burî de, 88 kesên din jî bi sedema nexweşîya Koronayê canên xwe ji dest dan e.
Hevdem 1,006 kes ji wê nexweşîyê baş bûne.
Heya niha ewên li seranserî Îraqê tûşî Koronayê bûne hejamara wan gehiştîye 29 hezar û 222 haletan, ji evê hejmareyê jî 1,013 kesan bi sedema Vayrosa Koronayê canên xwe ji dest dane. 13 hezar û 211 kes jî bi temamî baş bûne û 14 hezar û 998 kes jî di nexweşxaneyan de li jêr çavdêrîya pizîşkî mane. Ji evê hejmareyê jî 247 kes bi sedema nacêgîya rewşa tenduristîya wan di bin çavdêrîya çi de ne.