Li Hewlêrê 23 tûşbûyên Koronayê baş bûn
Di ragehandinekê de, Dr. Dilovan Mehemed, rêveberê giştî yê Tenduristîya Hewlêrê başbûna 23 tûşbûyên Koronayê li sinûrê wê parêzgehê ragehand.
K24- Hewlêr
Di ragehandinekê de, Dr. Dilovan Mehemed, rêveberê giştî yê Tenduristîya Hewlêrê başbûna 23 tûşbûyên Koronayê li sinûrê wê parêzgehê ragehand.
Di wê ragehandinê de hatîye, 23 tûşbûyên Vayrosa Koronaya nû COVID-19 li sinûrê parzgeha Hewlêrê baş bûn û piştî wergirtina çareserîya pizîşkî bi temamî baş bûn e û rewşa tenduristîya wan bi temamî cêgîre.
Herweha amaje bi wê yekê jî kirîye, ku pişkinînên taybet ên li pey hev bo hatine kirin û encamên wan nerênî derketin, lew biryar hate dan bihên vegerandin bo nav malbatên wan.
Her li gor wê ragehandinê, rêvberîya heya niha hejmara giştî ya wan tûşbûyên li parêzgeha Hewlêrê baş bûne gehiştîye 474 kesan.