Nêçîrvan Barzanî û Helbûsî: Me Pêwîstî bi hevahengîyê heye bo derbazkirina evê rewşê

Li dirêjîya dîdar û civînan li gel serkirdeyên Îraqê li Bexda, Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê li gel serokê perlemana Îraqê civîya û herdû alîyan hevahengî bi pêwîst zanîn bo derbazbûnê ji dijawarîyên niha.

K24- Hewlêr

Li gor ragehandineka evro, Şembîyê, 20/6/2020, ya serokatîya Herêma Kurdistanê, Evro piştî nîvro li Bexdayê, Mehemed Helbûsî, serokê Civata Nwênerên Îraqê pêşwazî kir li Nêçîravn Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê. Di wê dîdarê de, ku Herdû cêgirên serokê Herêma Kurdistanê jî amade bûn, arîşe yên di navbera hikumeta Fedral û hikumeta Herêma Kurdistanê hatin behiskirin.

Di pişkeka dî ya wê ragehandinê de, di civînê  ronahî xistin ser kirîza darayî û lêkevteyên derde Vayrosa Koronayê û çawanîya rûbirûbûna  wê. Her di wê dîdarê de,  tekez hate kirin li ser giringîya hevkarî û hevahengîya hemûyan bo burandina dijwarîyên niha û karkirin bo burandina rewşê û çareserkirina arîşeyan li gor destûrê.