Serokê Herêma Kurdistanê li gel nwênera Sekretêrê giştî yê Neteweyên Yekbûyî civîya
Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê li Bexda li gel Cînîn Pilasxart, Nwênera Sekretêrê giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Îraqê civîya.
K24- Bexda
Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê li Bexda li gel Cînîn Pilasxart, Nwênera Sekretêrê giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Îraqê civîya.
Di civîna wan de ya evro êvarî (Şembîyê 20/6/2020) herdû alîyan ronahî xistin ser rewşa sîyasî û abûrîya Îraqê û lêkevteyên derde Vayrosa Koronayê û tekez kirin li ser giringî û pêwîstîya hevkarîyê û hevahengîya tevaya alîyên Îraqî bo burandina kirîzan.
Destbikarbûna kabîneya nû ya hikumeta Îraqa fedral bi serokatîya Mistefa Kazimî, arşeyên Herêma Kurdistanê û hikumeta Fedral, danûstan û hewlên çareserkirina wan li ser binemaya destûrê, tewereka dî ya civînê bûn.
Nêçîravan Barzanî di civînê de, tekez li ser amadeyîya Herêma Kurdistanê kir bo çareserkirina arîşeyan li gel hikumeta Fedral di çarçoveya destûrê de û amaje bi giringîya rola Neteweyên yekbûyî kir li Îrqê û çareserkirina arîşeyan.