Tûşbûyeka dî ya Koronayê li Ranye canê xwe ji dest da

Tûşbûyeka dî ya Koronayî ku jineka temen 53 salîye li Ranye canê xwe ji dest da.

K24- Hewlêr

Tûşbûyeka dî ya Koronayî ku jineka temen 53 salîye li Ranye canê xwe ji dest da.

Nûçegehanê Kurdistanê Kurdistan24 li Ranîye ragehand, ew jin ku bi koronayê canê xwe ji dest daye, karguzar bûye di taqîgeha nexweşxaneya Ranye de û zêdetir ji heftîyekê bû li navenda Korona ya Ranyeyê di bin çavdêrîya pizîşkî de bû.

Di destpêka belavbûna derde Koronayê li sinûrê Raperîn heya niha 138 kes tûşî Koronayê bûne. Bi can jidestana evê jinê, hejmara kesên ku canên xwe ji destdane li wî sinûrî gehişte 3 kesan. Dû ji wan jin in û herdûyan evro canên xwe ji dest dane. Kesê sêyem jî zelamek bû ku Sêşembîya burî canî xwe ji dest da.