Qedexeya geştên asmanî yên Îraqê hate dirêjkirin
Desthelata Firokevanîya Îraqê geştên asmanîyên xwe heya 27/6/2020 dirêj kir.
K24- Hewlêr
Desthelata Firokevanîya Îraqê geştên asmanîyên xwe heya 27/6/2020 dirêj kir.
Desthelata firokevanîya Îraqê careka din qedexeya geştên asmanîyên xwe bi sedema Vayrosa Koronayê heya heftîya dahatî dirêj kir, lê ew qedexe evan geştan nevegire:
- Xaça Sor
- Geştên firoke yên taybet bi veguhaztina alîkarîyên mirovî û pizîşkî
- Li hawar çûnê
- Serbazî
- Kargo
Ev di demekê de ye, ku li gor rêkxistîya firokevanîya cîhanî, 71 welatên cêhanê dema destpêkirina geştên asmanî destnîşan kirin e, ku ji bo rêgirîkirinê ji belavbûna Koronayê baçar bibûn geştên xwe yên asmanî rawestînin.
Li gor xişte Rêkxitîya firkevanî ya cîhanî ya sivîlî, piranîya welatan pikanên xwe danane li nava meha Xizîranê heya destpêka mahe Tebax a dahatî geştên xwe destpêbikin. Hey emerîka jî ku ji hemûyan zêdetir zîyan berketîye, çaverê dihêt kirin di meha Îlona dahatî rê bide destpêkirina geştên asmanî bihên encamdan.
Bi awayek giştî kerta firokevanîyê bi sedema Vayrosa Koronay ji hemû kertan zêdetir zîyan berketîye. Li gor Yekêtîya Veguhaztina Nêvdewletîya dihê texmîn kirin ku ev sal kerta firokevanîyê 314 milyar dolar zîyan pê bikeve. Ev ji bilî ku renge 550 milyar Dola wek qer bikeve ser kompanya yên firokevanîyê.