Li Silêmaniyê 5 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dan
Jêderekî ji Tendirustiya Silêmaniyê ji K24ê re aşkere kir, hejmara kesên îro li nexweşxaneyên Silêmaniyê bi Koronayê canê xwe jidest dane gihîşt 5 kesan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Jêderekî ji Tendirustiya Silêmaniyê ji K24ê re aşkere kir, hejmara kesên îro li nexweşxaneyên Silêmaniyê bi Koronayê canê xwe jidest dane gihîşt 5 kesan.
Wî jêderî diyar kir, ew her pêncên canê xwe jidest dane, peya ne û temenê wan di navbera 38 û 70 saliyê de ne. Herwiha yek ji bajarê Silêmaniyê û yên din jî ji qeza û nahiyeyên parêzgeha Silêmaniyê ne.
Rêvebirê Tendirustiya Silêmaniyê Dr. Sebah Hewramî çend car in hişyariyê dide, ku vîrusa Koronayê bi awayekî metirsîdar belav bûye û daxwaz ji xelkê dike, pabendî rênimayên xweparaziyê bibin û xwe û welatiyên din biparêzin.
Bi vî awayî, heta niha li Herêma Kurdistanê hejmara kesên bi vîrusa Koronayê ketine gihîştiye 3 hezar û 539 kesan û hejmara kesên canê xwe jidest dane jî gihîşt 104 kesan.
Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê diyar kiribû, ji sedî 67 ji hejmara pêketiyan û hejmara mirina bi Koronayê, li parêzgeha Silêmaniyê ne.
S. B