Kesekî din li parêzgeha Silêmaniyê bi Koronayê canê xwe jidest da

Kesekî din ê bi vîrusa Koronayê ketiye, li qezaya Seyid Sadiq yali parêzgeha Silêmaniyê canê xwe jidest da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Kesekî din ê bi vîrusa Koronayê ketiye, li qezaya Seyid Sadiq yali parêzgeha Silêmaniyê canê xwe jidest da.

Qeymeqamê Qezaya Seyid Sadiq Diyarî Refîq ragihand, peyayekî temen 70 salî, bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest da, ku berê nexweşiyeke din pê re hebû.

Diyar kir jî, bi mirina vî kesî, çarem haleta mirina bi Koronayê li Seyid Sadiq tê tomarkirin.

Heta niha Herêma Kurdistanê 3 hezar û 539 kes bi vîrusa Koronayê ketine û 100 kesan jî canê xwe jidest dane.

 

S. B