DAIŞê 8 serbazên hikumeta Sûriyê kuştin
8 serbazên hikumeta Sûriyê, di êrîşek çekdarên DAIŞê de li Dêrazorê hatine kuştin.
K24- Hewlêr
8 serbazên hikumeta Sûriyê, di êrîşek çekdarên DAIŞê de li Dêrazorê hatine kuştin.
Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovî belavkiriye, serê sibeha îro çekdarên DAIŞê li byabanên Dêrazorê êrîşî bingehên artêşa Sûriyê kirin û şerek dijwar di navbeyna her du aliyan de derketiye. Ligor Rewangehê di encama şer de, 8 serbazên artêşa Sûriyê hatin kuştin û 3 jî, bi dîl ji alî çekdaran ve hatine girtin.
Rewangehê belavkiriye, ji 24ê Adarê ve û heta niha zêdetir ji 570 serbaz û çekdarên biser rejîma Sûriyê ve, di êrîşên çekdarên DAIŞê de li byabanên Dêrazorê, Reqa, Hûmis û Swêda hatine kuştin.