HDP'ê encamnameya meşa ber bi Enqereyê ve eşkere kir
Tevî astengî û qedexeyan, meşa HDP a bi navê "Li Dijî Derbeyê, Meşa Demokrasîyê" 5 roj ajotin û li Enqereyê bi eşkerekirina deklarasyonekê bidawî hat.
K24- Enqere
Tevî astengî û qedexeyan, meşa HDP a bi navê "Li Dijî Derbeyê, Meşa Demokrasîyê" 5 roj ajotin û li Enqereyê bi eşkerekirina deklarasyonekê bidawî hat.
Meşa HDPê di 15ê Hezîranê de ji Edîrne û ji Colemêrgê destpê kir û di 20ê Hezîranê de li Enqereyê bidawî hat.
Hevserokên HDP, bang li hikûmetê kirin, ku dawî li şer û operasyonan bîn e û ji bo çareserîya pirsa Kurd, dest bi diyalog û danûstandinan bike. Herwiha parlamenter û rêveberên HDPê jî, bo Kurdistan24 axivîn û derbarê meşa HDP, pirsa Kurd û tifaqa neteweyî de, daxuyanîyên girîng dan.
Meşa HDP ya bi navê; "Li Dijî Derbeyê Meşa Demokrasîyê" ku di 15ê Hezîranê da ji Colemêrg û Edîrneyê dabû dest pê kirin, di 20ê Hezîranê da li Enqereya paytexta Tirkîyeyê li parkeke nêzî Parlamentoyê bi eşkerekirina deklarasyona meşa demokrasîyê bidawî hat. Hevserokên HDPê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, dan xuyakirin ku, ew di esasê xwe ji bo sîyaseta demokratîk û çareserîya pirsa Kurdî meşîyane. Her wiha hevserokên HDPê bang li hikûmetê kirin ku ew dawî li şer û operasyonan bîne û ji bo çareserîya pirsa Kurd dest bi diyalog û mizakereyan bike.
Parlamenter û rêveberên HDPê jî didin zanîn ku bi vê meşê armanca wan a sereke li dij derketina hemû neheqî û şaşîyên li Tirkîye û bakur e û her wiha ew ji bo çareserîya pirsa Kurd û aştîyeke mayînde jî vê meşa Demokrasîyê birine serî. Her wiha parlamenterên Kurd dibêjin ew ji bo tifaqa neteweyî ya Kurd jî di nav hewl û xebatên micid da ne.
Hevserokên HDPya ku bi mebesta li dij derketina qeyûman û hilweşandina 2 parlaemnteran biryara meşê dabû, destnîşan dikin ku wê meşa wan a bo demokrasîyê her berdewam be û biryar e ku HDP heta Yekê îlonê Roja Aştîya Cîhanî li bajarên Tirkîye û bakur hin rêze çalakî û bernaêeyan lidar bixe.