Li Zaxo sê kesên din bi vayrosê Korona ketin

Li Zaxo sê kesên din bi vayrosê Korona ketin, û li Duhokê jî sê tûşbûyên wê vayrosê çareser bûn.

K24- Hewlêr

Li Zaxo sê kesên din bi vayrosê Korona ketin, û li Duhokê jî sê tûşbûyên wê vayrosê çareser bûn.

Jêderekî ji Tendirustiya Duhokê ji Kurdistan 24 re ragihand, îro sê kesên din li Zaxo bi korona ketine ku yek ji wan xelkê Zaxo ye û du din jî Erebin û her sê jî berkeftiyên tûşbûyên berê ne.

Hevdem, Rêveberatiya Tendirustiya Duhokê ragihand, îro 3 tûşbûyên Vayrosê Korona li Duhokê çareser bûn e û hejmara tûşbûyên, ku li wê parêzgehê çareser bûne gehîşt 118 kesan.

Hevdem, Jêderek ji Tendirustiya Silêmaniyê ji Kurdistan24 re aşkere kir, hejmara kesên îro li  Silêmaniyê bi Korona canê xwe jidest dan e 5 kes in û hemû jî zilam in û temenê wan di navbera 38 heta 70 salî de ye.Herwiha yek ji bajarê Silêmaniyê û yên din jî, ji qeza û nahiyeyên parêzgeha Silêmaniyê ne.

Her îro 2 kesan bi korona li Seid Sadiq û Kelar jiyana xwe jidest da bû, ku yek ji wan jin bûye.