Li Îraqê 1,646 kesên din bi Korona ketin
Wezareta Tenduristiya Îraqê di daxuyaniyekê de ragehand ku di 24 demjimêran de li seranserî Îraqê bi Herêma Kurdistanê ve jî, 1,646 kesên din bi Korona ketin e.
K24- Hewlêr
Wezareta Tenduristiya Îraqê di daxuyaniyekê de ragehand ku di 24 demjimêran de li seranserî Îraqê bi Herêma Kurdistanê ve jî, 1,646 kesên din bi Korona ketin e.
Li gor wê ragehandinê her di van 24 demjimêran de 87 tûşbûyên Vayrosa Koronayê canên xwe jidest dan e.
Hevdem 724 haletên başbûnê ji nexweşîya Koronayê hatine tomarkirin.
Heya niha li Îraqê 30,868 kes bi Korona ketin e. Hejmara giştî ya kesên bi sedema Koronayê canên xwe jidestdan e gihişte 1,100 kesan, herwiha 13,935 kes jî baş bûn e. 15.833 kes jî di nexweûxaneyan de li jêr çavêdêrîya pizîşkî ne û ji evê hejmareyê jî, 224 kes bi sedema necêgirîya rewşa tenduristîya wan di bin çavdêrîya çir de ne.