Sibe dergehê sînorî yê Xosrewî yê di navbera Îraq û Îranê de tê vekirin

Sibe dergehê sînorî yê Xosrewî yê dinavbera Îraq û parêzgeha Kirmaşana Rojhilata Kurdistanê tê vekirin ku ji ber vayrosê Korona hatibû girtin.

K24- Hewlêr

Sibe dergehê sînorî yê Xosrewî yê dinavbera Îraq û parêzgeha Kirmaşana Rojhilata Kurdistanê tê vekirin ku ji ber vayrosê Korona hatibû girtin.

Qaymeqamê Qesra Şêrîn Morad Elî Tatar ragihand, vekirina dergehê sînorî ku ji bo hatin û çûna welatî û geştiyaran dibe û hatin û çûna barhilgiran ji bo bazirganiyê qedexekirî dimîne û pevguhertina bazirganî li wir nabe.

Dergehê Xosrewî dikeve dinavbera Îraq û bajarê Qesra Şêrîn li parêzgeha Kirmaşan.