Nwênerê hikumeta Herêma Kurdistan li Tehranê tûşî Koronayê bû
Nazim Debax, nwênerê hikumeta Herêma Kurdistanê li Kormara Îsalamî ya Îranê tûşbûna xwe bi Vayrosa Koronayê bo Kurdistan 24ê piştrast kir.
K24- Hewlêr
Nazim Debax, nwênerê hikumeta Herêma Kurdistanê li Kormara Îsalamî ya Îranê tûşbûna xwe bi Vayrosa Koronayê bo Kurdistan 24ê piştrast kir.
Di peywendîyek telefonî de, li gel Kurdistan 24ê, Nazim Debax, nwênerê hikumeta Herêma Kurdistanê li Tehranê aşkera kir. Dema hefteyekê ye, nîşanên tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê li wî derketin e û roja Pêncşembîya burî encamên pişkinînê vegerîya û encam erênî bû.
Nazim Debax got jî, di dema van çend rojan de min berdewam ta hebûye, lê rewşa tenduristîya min heya radeyekê başe û berv xirabtir neçûye.
Herweha got: Niha li ser rênimayî ya pizîşkan û rêkarên tenduristîyê min xwe li mal kirentîn kirîye û rojane tîmên pizîşkî seredana min dikin û berdewam çareserîyê bo min dikin.
Nwênerê Hikumeta Herêma Kurdistanê li Tehranê tekez jî kir, li gor standarda rêkaran pêwîste bo dema 2 hefteyan heya 3 hefteyan li mal bimînim.
Her di wê peywendîya telefonî de, daxwaz ji hevwelatîyan kir, pebanê rêkarê tenduristîyê bin û hêvîya selametî û saxelmîyê bo hemû tûşbûyan xwazt.