Nêçîrvan Barzanî: Dema wê yekê ye bigehin têgehiştineka hevpişk û hemû dosêyan yek alî bikin
Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê di civînên xwe de li gel hersê serokatî û serkirde û alîyên Îraqî tekez kirîye, me hemûyan yek çarenivîs heye û arîşeyên Îraq û Herêma Kurdistanê arîşeya hemû Îraqîyane. Tekez jî kirîye, piştî ezmûna tehil ya çendan salan arîşe û pirsgirêk di navbera herdû alîyan êdî nabe vegirin ser demên burî, lê niha dema wê yekê ye, bigehin têgehiştineka hevpişik û rêkkevtineka giştgîr ku di berjewendîya hemû alîyekê be.
K24- Hewlêr
Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê di civînên xwe de li gel hersê serokatî û serkirde û alîyên Îraqî tekez kirîye, me hemûyan yek çarenivîs heye û arîşeyên Îraq û Herêma Kurdistanê arîşeya hemû Îraqîyane. Tekez jî kirîye, piştî ezmûna tehil ya çendan salan arîşe û pirsgirêk di navbera herdû alîyan êdî nabe vegirin ser demên burî, lê niha dema wê yekê ye, bigehin têgehiştineka hevpişik û rêkkevtineka giştgîr ku di berjewendîya hemû alîyekê be.
Nêçîrvan Barzanî got: Rewşa niha ya dijware dibe kirîzan bikin delîveyek bo hevkarî û bi hev re jîyanê. Berengarbûna dijwarîyê û kirîzan biha jî berpirsyarîya hevpişka hemûyan e berdewamîya arîşeyan di berjewendîya ti alîyekê de nîne. Em hemû bi hev re dikarin têgehiştineka hevpişik û şêwazeka rêvebirina baştir ji bo zêdetir xizmeta hevwelatîyan bikin.
Herweha amadeyî ya Herêma Kurdistanê bo çareserkirina tevaya arîşe û dosêyên helawîstî li gel hikumeta Fedral li ser binema ya destûrê nîşan da. Rola serkirde û hêz û alîyên sîyasî yên Îraqê bo piştîvanîyê li danûstanan û çareserkirin û gehiştine rêkkevtinê bi giring û pêwîst zanî.
Di beranber de, serkirde û alîyên Îraqî, tevê piştîvanîyê li nerînên Nêçîrvan Barzanî, serdana wî di evê demê û rewşê de bi peyameka erênî û pêngaveka durista Herêma Kurdistanê beranber Bexda û xemxorî û cidîyetê bo îareserkirina arîşeyan dan zanî û xweşhalîya xwe derbirîn bi amadeya Herêma Kurdistanê bo danûstandinan û çareserkirina tevaya arîşeyan û gehiştin bi rêkkevtinê li gel hikumeta Fedral.
Serokê Herêma Kurdistanê, duhî di yekem roja seredana xwe de bo Bexdayê li gel her yek ji serok wezîrên Îraqê, serok Komar, serokê Civata Nwênerên Îraqê, nwênera Sekretêrê giştî yê Netewyên Yekbûyî li Îraqê civîya. Evro jî li gel Emmar Hekîm, serokê Rewta Hikme, Hadî Amirî, serokê Lîsta Fetih, Nûrî Malîkî, serokê Hevpeymanîya Dewleta Yasa û desteya sîyasîya Rewta Sedir civîya.
Di civînan de, gêngeşe hatin kirn li ser peywendîyên Herêma Kurdistanê û hikumeta Fedral, hewl û danûstandinên çareserkirina arîşeyên di navbera wan de, rewşa niha ya welat, destbikarbûna hikumeta nûya Fedral, kirîza darayîyê û lêkevteyên nexweşîya Vayrosa Koronayê, metirsîyên terorê û bizav û hêrişên Daişê li Îraqê, giringîya hevkarî û hevahengîya Pêşmerge û supayê Îraqê, berdewamîya piştgîrîya hevpeyamanên nêvdewletî dijî Daişê. Rola Neteweyên Yekbûyî li Îraqê, paraztina serwerî û sinûrên welat û pêşxistina peywendîya li gel welatên cîranê, deverê û cîhanê li ser binemaya rêzgirtin û berjewendîya hevpişik.
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)


