Civata Wezîran çend biryaran dide derbarê xwe guncandinê li gel rewşa darayî ya niha ya Herêmê
Hikumeta Herêma Kurdistanê di ragehandina civîna evro ya hikumeta Herêma Kurdistanê çend biryarên nû da derbarê mûçeyan.
K24- Hewlêr
Civata Wezîran çendîn biryar derbarê xweguncandin digel rewşa niha ya darayî li Herêmê dide.
Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê bi serpereştiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û beşdariya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, bi rêya Videokonferans civiya. Di civînê de rewşa niha ya aborî û hewlên Hikûmetê ji bo dabînkirina mûçeya mûçexwerên Herêma Kurdistanê hat gengeşe kirin.
Piştî ku Civata Wezîran, bi arasteya her çi zû ye şayisteyên darayî ya mûçexwerên Herêma Kurdistanê dabîn bike, çendîn civîn encam da, bi rêya xwendina hemû eger, derfet û li berçavgirtina wê dahat, a ku niha li ber destê Wezareta Darayî û Aborî ye, ku li hember xerciyên mûçe û şayisteyên darayî yên mûçexweran, kurt anînek/kêmbûnek berçav tê de ye. Ji ber wê yekê jî, bi mebesta xweguncandin digel wê kêmbûnê, ku sedemê wê ji bo paşketin a şandina beşê budceya Herêmê ji aliyê Hikûmeta Fedral û lêkeftiyên darayî û aborî yên belavbûna Vayrosa Korona, ku seranserî cîhanê vegirtiye, ji bilî daketina buhayê petrolê. Di demekê de Civata Wezîran pêzanînên xwe ji bo têgehiştina mûçexweran di vê derbarê de derdibire, ku di vê rewşa aboriya zehmet de û bi taybetî pizîşk û karmendên tendirustiyê, ku li hêla pêşiyê ya şerê li dijî Vayrosê Korona de ne, Herweha Hêzên Asayişa navxweyî û Pêşmerge, Civata Wezîran li dawî xwendina hemû egeran de biryar da ku:
Yekem:
- A.Temwîlkirina rêjeya ji % 79 a xerciyên mûçe û şayisteyên darayî ya mûçexwerên hemû wezaret, deste û aliyên negirêdayî bi wezaret û Serokatî û dezgehên Herêmê ve.
- B. Rawestandina temwîlkirina wê rêjeya % 21 dimîn e, ji aliyê wezaret û aliyên peywendîdar bi awayekê dadperwerane liser hemû mûçexweran tê bicîh kirin, bi liberçavgirtin a zêdeyî û kêmiya şayisteyên darayî ya mûçexweran.
- C. xerckirina %100 a şayisteyên darayî ya kesûkarên şehîd û enfalkiriyan, zîndaniyên Siyasî, Kêmendam û xwedan pêdiviyên taybet û wan mûçexweran jî ,ku şayisteya wan ya darayî ji 300 hezar dînar kêmtir e.
- D. xerckirina tinê % 50 ya şayisteyên darayî ya kesên raspartî bi xizmetkirina giştî û xwedan pileyên bilind û pileyên taybet ji Serokê Herêm, Serokê Parlamento û Serokê Civata Wezîran û Cêgirên wan û endamên Parlamentoyê, Wezîran û kesên bi pileya wan, û birîkarên wezaretan û yên bi pileya wan in, û kesên mûçeya birîkarên wezaretan werdigrin û xwedan pileyên taybet û endamên civata dadweran û dadgeha pêdaçûnê û hemû wan dadwer, endamên dozgeriya giştî û hemû wan kesên bi lîsta karpêkirî ya mûçeyê, mûçe û dermaleya her dû pileyên bilind A û B werdigrin, liser mîlakên şaristanî û serbazî û civat û dezgeha asayiş û hêzên asayişa navxwe.
- D. Ev biryar wan kesan li xwe digre, ku bi wan pileyan hatine xanenişîn kirin.
Dûyem:
- A. pêwîst e wezareta darayî û abûrî rênimayên darayî yên pêwîst ji bo asankariya bicîhkirina vê biryarê derxîne.
- B. mîkanîzma di vê biryarê de hatî, rêkarek demkî ye û tenê ji bo mûçeya vê carê, ku dê were dabeş kirin.
- C. Hemû Wezaret, Deste û aliyên ne girêdayî bi Wezaret û hemû Serokatî û dezgehên Herêma Kurdistanê, birgeyên vê biryarê bicîh dikin.
Sêyem:
- Raspartina komîta bilind a danûstandinan digel Hikûmeta Fedral ji bo gehîştin bi encam bi arasteya dabînkirina şayisteyên darayî yên Herêma Kurdistanê.
Çarem:
- Raspartina wezaret û aliyên peywendîdar ji bo wergirtina rêkarên pêwîst ji bo bicîhkirina yasaya çaksaziyê ya hejmar 2 ya sala 2020an ku li destpêka meha Tebaxa îsal dikeve warê bicîkirinê de.
